Önder Beyter
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
PAJU
Hat ragihandin ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in wê di 27ê nîsanê da rûnin.
Li gorî nûçeya Yonhapê, heyetên pilebilind ên ji Koreya Bakur û Başûr îro li gundê sînor Panmunjomê hatin cem hev.
Di daxuyaniya piştî civînê da hat diyarkirin ku Kim û Moon wê di 27ê nîsanê da beşdarî zîrveya li "Mala Aştiyê" (Peace House) a li başûrê Panmunjomê bibin.
Herwiha hat destnîşankirin ku heyetan li ser wê xalê li hev kirin ku hefteya bê roja çarşemê civîneke xebatê were lidarxistin da ku ewlekarî û protokola zîrveyê gotûbêj bikin.
Serokê heyetea Koreya Bakur Ri Son-gwon di daxuyaniya xwe ya beriya hevdîtinê da wiha got, "Ev 80 roj in gelek bûyerên dramatîk ên ku heta niha nehatine dîtin, rû dan."
Zîrveyên Koreya Bakur û Başûr herî dawiyê di salên 2000 û 2007an da li Pyongyangê hatibûn lidarxistin.
Tê plankirin ku piştî hevdîtina Kim û Moon heta meha gulanê Kim wê ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump jî rûnê.
Li Koreya Bakur di tesîsa nukleerê da zêdebûna fealiyetan
Di vê navberê da li gorî analîza ku di kovara Jane's Intelligence Reviewê da hat weşandin, li gorî wêneyên peykê yên ku meha çûyî hatin kişandin, fealiyetên li Navenda Lêkolînên Nukleerê Yongbyonê zêde bûne.
Pisporên ku li wêneyan nihêrîn, îdia kirin ku dibe ku di reaktora sivik a avê ya ezmûnî da testekeke pêşwext hatibe destpêkirin, reaktoreke din xistibin dewrê û dibe ku herdu reaktor jî ji bo hilberîna madeya fîsîlê ya ku ji bo çeka nukleerê pêwîst e, werin emilandin.
Di analîzê da hat balkişandin ku heta mirov lêkolînên navneteweyî neke, mirov nikare fêm bike bê ka reaktor ji bo hilberîna ceyranê an ji bo çêkirina çekan tê emilandin.