Haydar Şahin
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
ÎDLIB
Qefleya heştan a ku ji Xûtaya Rojhilat a di bin dorpêça rejima Esed û aligirên wê da ye derketibû rê, gihîşt bajarê Hemayê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li herêmê dan, piştî hevdîtinên di garantoriya Rûsyayê da texliyeyên ji Erbîn, Zemalka û Eyn Termaya navçeyên Xûtaya Rojhilatê dewam dikin.
Hat ragihandin ku qefleya heyştan a ku ji 80 otobêsan pêktê îro ber destê sibê gihîşte Hemayê. Hat destnîşankirin ku di vê qefleyê da 5 hezar û 282 nexweş, sivîl û mixalifên leşkerî hene.
Hat gotin di konvoyê de hin kesên berê birîndar bûne û nexweşên rewşa wan pir giran e hene.
Li bendê ne ku konvoy ji Hemayê derbasî Îdlib û Heleba rojava ya ku kontrola wan di destê mixalifan û komên çekdar ên li dijî rejimê da ye bibin.
Bi vê qefleyê hejmara kesên ku ji Xûtaya Rojhilat hatin texliyekirin ji 30 hezarî derbas bû.
Bi herdu konvoyên ewil va kesên ji navçeya Harestayê hatibûn texliyekirin, piştî wê ji navçeyên Erbîn, Zemalka û Eyn Termayê texliyeyan dest pê kiribû.
Texliye dewam dikin, lêbelê Dumaya navçeya Xûtaya Rojhilat a ku rejima Esed û piştgirên wê bi hezaran kes lê kuşt in jî hê di bin dorpêçê da ye.
- Pêvajoya texliyekirinê
Di 19ê sibatê da Esed û alîgirên wî bi piştgiriya Rûsyayê ji bo ku Xûtaya Rojhilat a di destê muxalifan da ye hildin dest bi êrişan kiribûn.
Di van êrîşan da gelek sivîl hatibûn kuştin û malên wan xirab bûbûn. Bi hezaran sivîlî jî xwe spartibû sitargehan û qatên jêr ên li bin avahiyan.
Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû îlankirin, rejima ku Rûsya garantorê wê ye ji nîsana borî vir da dorpêça xwe ya li herêmê zêde kiribû.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di 24ê sibatê da biryara agirbestê dabû, lê dîsa jî li Xûtaya Rojhilat êrîşan û kuştina sivîlan dewam kiribû.
Rûsyayê piştî biryara KENYê di 27ê sibatê da îlan kiribû ku agirbestê her roj di navbera 09.00-14.00an da (Li gor saeta Tirkiyeyê 10.00-15.00) dest pê bike û îdia kiribû ku rejim jî vê yekê pêk bîne.
Lê hêzên rejimê guh nedabûn biryara agirbestê ya KENY û Rûsyayê û êrîşên xwe domandibûn. Ji 3yê adarê pê va jî li herêmê operasyoneke ji beja ra dabûn destpêkirin û cihên sivîl lê dijîn bombe kiribûn.
Rejim û alîgirên wê di 11-12ê adarê da ji rojhilatê hetanî rojavayê Xûtaya Rojhilat pêşda çûbûn, navçeya Harestayê dorpêç kiribûn û Xûtaya Rojhilat kiribûn 3 parçe.
Piştî ku rejima Esed êrîşên xwe zêde kir û gelek cih bi dest xist, bi deh hezaran kes mecbûr man ku koçî cihên di bin kontrola rejimê da ne bikin.
Li Xûtaya Rojhilat a di bin kontrola mixalifan da ye kêmzêde 400 hezar mirov qasî 5 salan e di bin dorpêçê da dijîn.