Hat ragihandin DÎŞIyê li Iraqê ji 40 kesên ku dîl girtibû, 4 kes kuşt û 36 kes jî serbest berda.
Serokê Meclisa nahiyeya Beravneyê ya li ser Enbarê Taha er-Ravî diyar kir ku DÎŞIyê duh 40 kesên di nav wan de ajokar û bazirgan hebûn revand û ji wan 36 kes serbest hişt û 4 kes jî kuşt.
Ravî destnîşan kir ku dîlên ku DÎŞIyê serbest berda gihîştin Beravneyê.
Milîtanên DÎŞIyê duh li ser rêbeja Enbar-Selahadînê wesayît dabûn sekinandin, 40 kes revandibûn û 2 kes jî kuştibûn.