BEXDA
Hat ragihandin ku hêzên ewlekariya Iraqê li hemberê rêxistina terorê DAEŞê dest bi oprasyona Enbarê kirin.
Berdevkê Wezareta Parastina Iraqê Yehya Resûl di daxuyaniya xwe ya li ser televîzyona dewletê de daxuyand ku operasyonê ber destê sibehê di saet 05.00an de dest pê kir.
Resûl wiha got, "Artêş, Heşdî Şabî, yekîneyên taybet, teşkîlata polêsan û hêzên eşîretên Enbarê ber bi hedefên plankirî bi pêş dikevin."
Di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de Resûl destnîşan kir ku operasyona rizgarkirina Enbarê tevî navenda bajêr Ramadiyê, Felûceyê jî di nava xwe de dihewîne û wiha xeberda: "Dezgehên leşkerî ên eleqedar li gorî pêşaniya rizgarkirina herêman biryarê didin. Leşkerên me jî hemû amadehiyên xwe kuta kirin. Herwisa leşkerên me bi awayê herî xurt tevdîra xwe stendin."
Berdevk Resûl herwiha bal kişand ku firokeyên şer ên hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê de jî di warê kifşkirina kozikên DAEŞê û parvekirina pêzanînên istixbaratê de beşdarî operasyonê bûn.
Hêzên ewlekariya Iraqê ligel milîsên Şîe ev biqasî du mehan e li dijî kozikên DAEŞê ên li Enbarê operasyonan pêk tîne. Di van rojên dawîn de berê operasyonan vegerandibûn Felûceyê.
Felûceya ku 60 kîlomêtro li rojavayê bakûrê Bexdayê ye bi temamî di kontrola DAEŞê de ye.