ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku Rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) 50 kesên ku di nav wan de jin û rojnamevan jî hene qetil kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji çalakvanên Helebê bi dest xist DÎŞI bi muxalifan re kete nav şer. DÎŞIyê li herêma leşkerî ya Xadiyê 4 rojnamevanên televizyona Şaza el-Hurriyeyê, jin, ekibên tenduristiyê û mirovên alîkariyê jî tev 50 kes qetil kir.
Gelek merivên DÎŞIyê li herêmên ku di bin bandora Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û Eniya Îslamî de ne hatin kuştin. DÎŞIyê gef li 100 hêsîrên di destê xwe de xwer ku heke piştgiriya Artêşa Sûriyeya Azad û Eniya Îslamî bikin dê wan darde bike.
Hat ragihandin ku DÎŞI ji xêncî ASA û Eniya Îslamî li dijî Eniya Nusretê jî ketiye şer. DÎŞIyê Fermandarê Eniya Nusretê Ebû Seîd Hadramî derdest kir û pişt re bi guleyan kuşt. Eniya Nusretê navenda leşkerî ya Raqqayê ya DÎŞIyê bi dest xist û hêsîrên li wir serbest berda.
Ji aliyekî de jî muxalif li dijî DÎŞIyê çalakiyan li dar dixin û dibêjin ku DÎŞI li dijî hêzên Esed şer nake lê li dijî muxalifan şer dike. Hat diyarkirin ku DÎŞIyê êrîşî çalakvanan kiriye.
Li gor agahiyan di şerê DÎŞI û muxalifan de di 3 rojan de 120 mirov mirin.