ENBAR
Hat ragihandin ku Endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) êrişî leşkerên yekîneyên sînor ên ku dest ji çekên xwe nekirin kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan milîsên DÎŞIyê êrişî leşkerên yekîneyên sînor ên ku li ser hîzba 6emîn a artêşa Iraqê ye kir.
Hat destnîşankirin yekîneyên sînor dema ku ji herêma Hasîbeyê ya li ser Enbarê ye vedikişiyan rastî êrişî hatin û tê gotin ku gelek mirî û birîndar hene. Çavkaniyan diyarkirin ku DÎŞIyê ji leşkeran xwestiye ku dev ji çekên xwe berdin lê leşkeran vê daxwazê bi cih neaniye û ji ber vê yekê jî rastî êrişê hatin.
Ji aliyê din ve hat hînbûn ku li ser daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî Hikûmeta Iraqê ji bo parastina Samarrayê û piştgiriya leşkeran ji kesên sivîl yekîneyeke ku ji hezar kesî pêk tê amade kir.
Fermandarê Hêzên Operasyonê yên Samarrayê Sabah El-Fetlanî di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê de got: "Niha li Samarra, Beled û Ed-Decîlê tu tiştek tuneye. Lê dibe ku komên biçek êriş bikin. Em dikarin herêma xwe biparêzin lewra ew hêza me heye û ew komên çekdar dê dest vala bimînin."