05 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2015
KABÛL
Hat ragihandin ku li Newzada navçeya Helmanda wîlayeta Efxanistanê di operasyona birin ser avahiya ku rêxistina Talîbanê hêsîrên xwe tê da digirt da 40 xebatkarên leşkeriyê û 20 sivîl hatin xilaskirin.
Hat ragihandin ku tîmên taybet ên efxan dema ku operasyon kirin hêzên DYAyê jî di pîlankirin û îstixbaratê da piştgirî dan wan.
Mîralay Mîchael Lawhornê ji berdevkên artêşa DYAyê yê ku li Efxanistanê wezîfeyê dike got hêsîrên ku di operasyonê da hatin xilaskirin ji bo ku ji kontrola tenduristiyê bên derbaskirin şandin Kabûla paytext û teslîmî Wezareta Parastina Efxanistanê kirin.
Milîtanên Talibanê her tim di ser leşkerên ku li ciyê kontrolê wezîfeyê dikin da digrin û ji bo ku bi hevalên xwe ra biguherin wan hêsîr digrin.