ERBÎL
Welatiyê kurd Ebdilsetar, li bajarokê Qesrokê ku 110 km dûrî Erbîlê ye, li mala xwe û di nav zarokên xwe de, mar, pişîk, kevok û teyrên dirinde tîmar dike. Ebdilsetar bangî hemû qewm û neteweyan dike ku dev ji dijmintiyê berdin û bi hev re di nav aştiyê de bijîn.
Ebdilsetar Emîn, bi eslê xwe ji gundê Bîrûbasivrayê ye, ji sala 1975ê heta niha li Qesrokê niştecî dibe. Di jiyana xwe de zêdetir karê bazirganiyê û pêşmergetiyê kiriye, lê piraniya jiyana xwe di gel heywanan borandiye.
Ebdilsetar çîroka xwe ya xwedîkirina heywanên dirinde ji Anadolu Agencyê re wiha vegot: “Ji dawiya sala 1983an ve, min mar girtin û anîn malê, min dît her kes heywanên din xwedî dike û girtina maran ji destê her kesî nayê û zehmet e. Lewma min dest bi girtina maran kir û min gelekî ji wan hez kir û bi taybetî jî ji marê reş.”
Bi dîtina Ebdilsetar marê reş giyanewerekî pîroz e. Ev boçûna Ebdilsetarî, ji bîr û baweriyên kultûra kurdan û ya Îslamê ne dûr e ku kuştina marê reş heram kirine. Emîn wiha qala bingeha vê baweriyê dike: “Di wextên berê de, eger mirovekî rezek hebûya û marekî reş di nav de bûya, wî marê reş marên din ên jehrawî û koremarî di nav wî rezî de nedihiştin. Her çende dibêjin mar dijmin e lê hemû mar ne wekî hev in. Mirov jî heye ku dijmin e.”
Ebdilsetar, diranên jehrê ji devê maran jênekirine û got: “Marê reş diranên jehrê nînin. Diranên wî wekî mişarê ne. Piştî min têkilî pê re kir, bêtir qenaet bi min re çêbû. Ewinde sal piştî min dest bi girtina maran kir, heta niha marê reş tu zirar negihandiye zarok, cîran, dost û mêvanên min. Her kesê ku tê mala min, eger bixwaze marî hildigire.”
Ebdilsetar, rojane xwarinê ji van giyaneweran re dabîn dike û bi taybetî ji bo maran, meremeke wî li pişt heye. Ebdilsetar dibêje ku ew ji kirasê maran derman ji nexweşiyan re çêdike û wiha pê de çû: “Ji sala 2007ê ve, min ev derman ceriband, ew ji bo nexweşiyên made, kolon û iltîhaba hinavan baş e. Ez kirasê marî dikim nav kebsûlan û bêheq didim nexweşan. Lê ji ber ku mar salê carekê kirasê xwe diguherîne ev derman kêm e. Nexweş li benda dora xwe dimînin heta ku derman çêbikim.”
Li mala Ebdilsetar mirov tiştên seyr û semere dibîne, gelek giyanewerên dijhev wekî pişîk, kund, kevok û eylo di mala wî de bêyî ku ew êrîşî hev du bikin bi hev re dijîn. Di vê barê de Ebdilsetar wiha got: “Li ba min 33 mar henin. Di nav marên min de marekî din ê deqdeqî jî heye ku jê re dibêjin `şahmar`. Eger li çolê be marê reş wî nahêle. Lê li mala min hemû bi hev re dijîn. Ne tenê mar herwiha giyanewerên din jî. Zen û bîra mirovan ew e ku mar li gel mirov, pişîk li gel mar, teyrên dirinde li gel kevok û pişîkê dijmin in. Bi tevî wê jî ew hemû di mala min de pêk ve dijîn.”
Ev pirs tê bîra mirov gelo çi tişt bû sedem ku ev zilam van giyanewerên dijhev bi hev re di mala xwe de kom bike? Ebdilsetar cewaba vê pirsê wiha dide: “Peyama min ji vî karî ew e ku eşkere bikim; miletê kurd xwedan bîr û bawerî ye û dixwaze hevalîtiyê bi her kesekî re bike. Bi dost û dijminan re jî dikare bijî û destê aştiyê dirêjî her nehezekî û dijminekî dike. Lewra kuştin çi sûd jê nahê û her du alî zerermend dibin. Di dawiyê de jî ew mecbûrî aştiyê û pêkvejiyanê ne. Lewma divê hemû qewm û netewe dev ji dijmantiyê berdin û bi aştî pêk ve bijîn.”