23 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Ji Sûriyeyê 9 guleyên hawanan avêtin Karkamişa navçeya Gazîentabê li ser vê yekê bi obûsên firtinayê li herêma Cerablûsê ya girêdayî bajarê Helebê dixin.
Guleyên hawanê îsabetî mizgefteke li Taxa Karşiyakayê ya Karkamişê, mala sersaxiyê û malên welatiyan kir û nebû sedema mirinan. Hêzên Çekdar ên Tirkan bi obûsên bahozê yên li sînor bicîkirî di nav rojê de gule barandin ser kozikên DAEŞa rêxistina terorê yên li Cerablûsê.
Piştî êrîşên ku li xeta sînor di nav rojê de giran bûn Şaredariya Karkamişê ji hoparloran anons kir û hişyarî da ku welatî heta ku hewce neke nêzî xeta sînor nebin û bila li cihên ewledar bimînin. Li ser vê yekê hinek niştecihên navçeyê bi wesayîtên ku ji aliyê Qaymeqamtiya Karkamişê û Şaredariyê ve hatin tehsîskirin şandin Nîzîp û Gazîentabê.
Şaredarê Karkamişê Nûh Kocaaslan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji herêma di bin kontrola DAEŞa rêxistina terorê de guleyê hawanê avêtin navenda navçeyê.
Kocaaslan diyar kir ku ev demek bû ku guleyên hawanê yên ku dihatin avêtin diketin nav eraziya vala ya li sînor lê îro navenda bajêr îabet girtin û wiha axivî: "Me ji hoparlorên şaredariyê hişyarî da welatiyan ku heta hewce neke malên xwe neterikînîn û ji bilî rewşên acîl dernekevin derve. Li ser vê yekê hin welatiyan gotin ku ji bo demekî kurt dixwazin ku biçin ba eqrebayên xwe. Me jî ji bo wan wesayît texsîs. Niha dengê pevçûnan tune lê belê yekîneyên me yên eskerî kozikên DAEŞê yên ku tên tespîtkirin dixin."