Elif Orhan
30 Tebax 2016•Rojanekirin: 02 Îlon 2016
GAZÎANTEP
Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di herekata ku li Azez-Cerablûsa li sînorê Tirkiyeyê ya Sûriyeyê berdewam dike de qadeke ji 400 kîlometroyî zêdetir a di destê terorîstan de xilas kir.
Herekata ku ASAyê di 23yê tebaxê de li bakurê Helebê li herêma Azez û Cerablûsa li sînorê Tirkiyeyê dijî DAEŞê da destpêkirin hefteya xwe ya ewil temam dike.
Hêza Peywira Taybet a Mişterek a Hêzên Çekdar ên Tirk û Hêzên Asîmanî yên Koalîsyonê di çarçoveya "Mertala Firatê" de piştgirî didin operasyona ASAyê ya ji bo ji hêmanên terorîst xilaskirina herêma Cerablûsê.
ASAyê heta niha 38 gund ji DAEŞ û PYD/PKKyê xilas kirin.
- 24 kîlometro pêş ketin
Li gor encama ku heta niha ji operasyonan hatin bidestxistin hêzên ASAyê piraniya wê ji destê DAEŞê hinek jî ji destê PYDyê bi tevahî ji 400 kîlometroyî zêdetir axê ji rêxistinên terorê xilas kirin.
Di herekata ku li Cerablûsa li sînorê Tirkiyeyê ya Sûriyeyê dan destpêkirin de li herî başûr gihaştina Çemê Sacûya şaxa Robarê Firatê. Bi vî awayî di herekatê de 24 kîlometro pêş ketin.
Hêzên mixalif dan zanîn ku li gel Cerablûsa li hemberî Qarqamişa navçeya Gazîentabê ya li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê li navçeya Çobanbeya ku dikeve hemberî bajarê Kilîsê jî pêş ketin. Ji 38 gundan Hattabat, Molla Yakup û Karsanli li vê navçeyê hatin xilaskirin.
Bi vî awayî ji navçeyên Azez-Cerablûsê heta Cerablûsê qutbûna ku ji ber DAEŞê derketibû ji 52 kîlometroyan daket 25 kîlometroyan.
Mixalif ji bo xilaskirinê berê xwe dan herêmên din ên di destê DAEŞê de yên di nav xeta Azez-Çobanbey û Cerablûsê de.
- DYA li ser soza xwe nesekinî, ASAyê çi hewce dike kir
Soza ku birêvebiriya Washîngtonê ji bo operasyonê dabû PYD/PKKya ku bi piştgiriya balafirên şer ên DYAyê û hêzên taybet di 12ê tebaxa 2016an de navçeya Minbica rojavayê Robarê Firatê ji DAEŞê sitandibû, dabû nehatibû bi cî.
Rêxistina terorê hin şervanên ereb hildabûn ba xwe û bin banê Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (HDS) de li dar xist DYA soz dabû hikûmeta Tirkiyeyê ku ev hêz dê dernekevin ser Çemê Sacûyê.
DYAyê temînat dabû ku bi sitandina Minbicê dê PYD/PKKyî vegerina rojhilatê çemê.
DYAyê van her du sozên xwe bi cî neanîn û rêxistina terorê bêtir pêş ket. Di dema Herekata Mertala Firatê de valahiya hêzê ya ku ji ber reva DAEŞê derket firsend dît û serdestiya xwe ya ser Çemê Sacûyê berfireh kir.
Bi herekata ASAyê karîn ku PYD/PKKyê ji herêmên ku di demên dawîn de sitandin derxîne û pijiqîne bin Çemê Sacûyê.