Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Tevgerên Demokratîk (SDA) Bakîr Îzzetbegovîç piştî hilbijartinên serokatiya dewletê û parlementoyê yên ku li Bosna Hersekê hatin kirin, serkeftina xwe îlan kir.
Îzzetbegovîç li Navenda Giştî ya SDAyê daxuyanî da û got ku ji sedî 75ên dengan hatin jimartin û li gor vê hejmarê ew di hilbijartinê de li pêş e.
Îzzetbegovîç diyar kir ku hilbijartin di atmosfereke adîlane û demokratîk de hat kirin û ragihand ku ew bi 55 hezar reyan ve li pêşiya namzedê din e û wiha pê de çû:
"Ez ji bo endamtiya xwe ya Bosnayê ya Konseya Serokatiya Dewleta Sêalî dikarim serkeftina xwe îlan bikim."
Îzzetbegovîç destnîşan kir, partiya wan ji sedî 34ên dengan hilda û got ku ew ê li Bosnayê bibin desthilat.