Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Suleyman Soylu li Akçaabata navçeya Trabzonê li restorandekê bi Şaxa Jinan ya AK Partiyê ya Akçaabatê re taştê xwar.
Soylu li vir axivî û li ser pêvajoya çareseriyê sekinî. Soylu got ku ew dixwazin ku pêvajoya çareseriyê dewam bike û wiha pê da çû: "Em piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê. Em naxwazin ku dayîk bigrîn. Em pêvajoya çareseriyê wek pêvajoya biratiyê dizanin."
Soylu daxuyand ku mixatabê pêvajoya çareseriyê ne Demirtaş e û wiha dewam kir: "Mixatabê pêvajoya çareseriyê birayên me yên ku me bi hev ra têkoşîna serxwebûnê dane ne. Mixatab birayên me yên ku em bi hev re hewl didin ku Tirkiyeya mezin, Tirkyeya dewlemend ava bikin in. "
Soylu Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş jî rexne kir û wiha got: "Li Wanê çi kirin, hûn dizanin? Mûslixek çêkirin, bi hemû bîlbordan ve kirine. Ji wê mûslixê re xwînê dirijînin, di bin de jî nivîsîne 'Êdî hûn li ser bifikirin' û bi wî tehdît dikin. Dibêjin 'Heke hûn reya xwe nedin HDPê em ê vê derê bikin gola xwînê. Siyaseta xwînê dimeşînin."
Li bîlbordên ku di kontrola Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ye, afîşên ku ji mûslixan xwîn tên bi bîlbordan ve kiribûn û li ser bi tirkî û kurdî gotibûn "tevdîra xwe hildin", "Hûn natirsin?", "Eger hûn xwedî dernekevin li dûr nîne", "Em bê bêhn nemînin", "Haya we pê heye".
Ev îlan bi biryara dadgehê hatibûn rakirin.