31 Tebax 2016•Rojanekirin: 31 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê di xwarina ku ji ber Cejna Serkeftinê ya 30yê Tebaxê hat dayîn de axivî.
- "Em wisa pêş ketin ku nikarin vê biçûk bibînin"
Erdogan têkoşîna ku gel dijî teşebûsa derbeyê ya FETO ya 15ê temûzê da destnîşan kir û wiha axivî:
"Gelê me di 15ê temûzê de wekî bixwaze ku serkeftinên di meha tebaxê de nehêle bê serkêş, mizginî mohra xwe li serkfetineke nûpnû da. Dijmin vê carê ne ji derve ji hûndir êrîş kir. Di rastiyê de vê êrîşê nû dest pê nekiribû. Wekî ku hûn dizanin em bi rêxistina terorê ya Fethullahî di nav têkoşîneke ku gelek berê niha, bi taybetî ku piştî 15-25ê kanûna pêşîn giran bû de bûn. Ev 3 salên dawîn di serî de teşkîlatên edalet û ewlehiyê ji bo ku mensûbên vê rêxistina şerê ji nav her hucreyê dewlet û civakê paqij bikin, ji bo ku rûyê wan ê qirêj û tarî nîşan bidin şev û roj dixebitin. Em di vê mijarê de wisa pêşketin ku nikarin pêşketina me biçûk bibînin. Gelek kesan vê hewldana me wekî şerekî şexsî dît û hewl da ku wisa nîşan bide. Kengî ku di 15ê temûzê de balafirên şer, firokeyên şer, li kolanên me tank, kamyonên bizirx derketin holê va wê demê hat fehmkirin ku mijar mijareke şexsî nîne."
Erdogan got mensûbên rêxistina terorê ya Fethullahî berê çekên ku dewletê emanetî mensûbên xwe kiribûn dan gel û gel hember vê yekbûna herî mezin nîşan da û bi bîr xist ku li dinyayê tu mînaka vê yekê tune û jin, mêr, kal, ji her nêrîna siyasî û ji her meşrebê mirov dijî derbekeran derketin.
Erdogan qal kir ku derbekeran bi balafir û firokeyan nizm firiyan û bombe avêtin, bi çekên giran gule barandin lê vê yekê gel netirsand û wiha axivî:
"Dema ku teşebûsa derbeyê hat çewisandin 241 welatiyên me şehîd ketibûn, 2 hezar û 194 welatî jî birîndar bibûn. Lê binêrin gelo li dora vê Kulliyeya Serokomariyê çend welatiyên me hatine şehîdkirin ma hûn dizanin? Di tespîta dawîn de derket holê ku li vir 29 welatiyên me yên mesûm şehîd ketine. Li jêrî jor, paş û pêşa vê avahiya ku em tê de ne 29 welatiyên me yên mesûm tenê ji bo ku li welat, ala û banga xwe xwedî derketin hatin qetilkirin. Gelo mimkûne ku tu eleqeya wan kesên ku hember gelê xwe îxaneteke wiha kirin bi gel re hebe."
Erdogan got "Em mecbûr in ku dijî rêxistinên wekî FETO û DAÎŞê yên ku nirxên dînê me yê bilind îstismar dikin, hişyar bin" û wiha axivî:
"Xwedê ji bo ku em bifikirin, muqayeseyê bikin, biryara xwe bi xwe bidin eqil daye me. Rebbê me bi gelek ayetan wiha dibêje, 'Ma hûn qet eqil nakin, qet nafikirin?' Ji ber ku dînê me ji bo kesên ku eqil dikin û difikirin re heye. Digel vê vîn daye me. Ji bo ku em rêya xwe bi hêsanî bibînin kitêba me Qur'ana Pîroz, wek serok jî Pêxemberê me Hz. Mihemed (s.x.l) şandiye lê ew kesê li pêşiya vê rêxisitnê bi xwe dibêje ku 'FETO ji demarê me yê şahê bêtir nêzî me ye.' Ev gotin şîrk e, ango şirikatiya Rebbê me ye. Ji ber ku Rebbê me di kitêba me Qur'ana Pîroz de bi xwe dibêje me ku ew ji demarê şahê bêtir nêzî me ye. Dibêje ku 'Ez ji demarê şahê bêtir nêzî we me.' Ev namerd va ye vir dikevin nav şîrkê û bi awayekî gelekî eşkere nîşan didin ku li ku ne."
- "Ew kesên ku rihê xwe bi dolarekî firotin..."
Serokomar Erdogan got ku "Em wek gel xwediyê kevneşopiya dewletê ya bi hezaran salî, ji aliyê madî û manewî ve xwedî daneheveke şaristaniyê ya muhteşem, li erdnîgariya xwe xwedî hakimiyeteke hezar salî ne" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Dema ku ev hemû li holê bin tu eleqeya wan kesên ku eqil û baweriya xwe didin bin emrê şarlatanê ku li Amerîkayê dijî, rihê xwe bi dolarekî firotine bi dîrok, çanda me û bi me re tune. Êdî mijar ne mijara xapîn û xapandinê ye. Her kesê ku li gel rastiyên ku nîşaneyên ewil di 17-25ê kanûna pêşîn de hatin dîtin û di 15ê temûzê de jî tu aliyê wê yên veşartî neman di nav vê çeteya îxanetê de fealiyetên xwe berdewam dikin bi teamûden xaînê welat e, dijminê gel e. Ez vê car din îlan dikim. Kî li ku kî dizane divê vê ragihîne meqamên me yên rayedar. Hewceyê veşartin û xefkirinê nîne. Ragihînin ku em demildest van paqij bikin."
- "Yê ku gerdûnê bi rê ve dibe jî ev şarlatan e"
Erdogan destnîşan kir ji bo ku dewletê bi dest bixe hewldana felçkirina hemû pergalê ji serî ve taktîka ku FETO dişopand bû û destnîşan kir ku di şemaya ku hat bidestxistin de hedefa rêxistinê ne tenê Tirkiye bidestxistina dinyayê ye. Erdogan wiha axivî:
"Di şemayê de çi dibêje, îmamê gerdûnê. Ev tê çi wateyê? Ango kesê ku gerdûnê bi rê ve dibe ev şarlatan e. Ji ber wê li 170 welat, fealiyet dikin. Lê belê dostên me hê jî haj bi vê yekê tunin. Dê kengî haj pê hebin? Dema ku wekî me ferq kirin dê ferq bikin lê dê ji dest wan biçe. Ji ber wê em mecbûrî ji wan re jî qise dikin. Em yek bi yek telefonî wan dikin. Em ji serokdewletan re qise dikin, serokên hikûmetan re ji wezîran re."
"Di vê têkoşîna we de ez wek Serokomar, serfermandar, wekî ewladekî vê gelê ezîz her dem li gel eskerên me, ez ê ji niha pê ve jî li gel wan bim.
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Mensûbên çeteya îxanetê ya ku dibêjinê FETO jixwe wê unîformaya bi şeref heq nekirine. 15ê tîrmehê sembola wê yekê ye ku gelê me ne li Hêzên Çekdar ên Tirk, dijî mensûbên çeteya îxanetê ya ku dibêjinê FETO li welat, îstiqlal û îstiqbala xwe xwedî derketin. Bila serê tu mensûbên me yên Hêzên Çekdar ên Tirk nekeve berê. Bereksê wê ez li bendê me ku eskerên me bi serbilindî têkoşîna xwe ya dijî xaînên di nav me de û dijminên li derve re gelekî biryardartir berdewam bikin.Ez dixwazim heke ku di nav eskerên me de hebin bila vê demildest ragihînin cihên hewcedar ku em herekata paqijkirina van zûtir bikin, zûtir xilas bikin. Lewra Hêzên me yên Çekdar bi tu awayî layiqê van nîne. Di vê têkoşîna we de ez wek Serokomar, serfermandar wekî ewladekî vê gelê ezîz her dem li gel eskerên me, ez ê ji niha pê ve jî li gel wan bim."