23 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
MUGLA
Doza 3yên wan fîrarî 44ên wan girtî bi tevahî 47 bersûcên ku der barê şehîdkirina 2 polêsan û hewla sûîqesda li dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a di dema hewla derbeyê ya Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) da tên darizandin dewam dike.
Bersûcên ku li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa Eyê ya Muxlayê girtî ne, destê sibehê di bin tevdîrên ewlehiyê da anîn Salona Konferansê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Muxlayê ya ku mehkeme lê dibe. Cendirmeyan bersûcên ku bi wesayîtan anîn hewşa avahiyê hildan salonê.
Di roja 4an a rûniştinê da li bendê ne ku heyeta dadgehê hin bersûcên ji hêzên taybet û pîlotan guhdarî bike. Doza ku sibê navberê bidinê ew ê roja sêşemê dîsa dest pê bike.
Di doza ku serkêşê FETOyê Fetullah Gulen bersûcê ewil e da bersûcê rêza duduyan Gokhan Şahîn Sonmezateş û bersûcê rêza sisêyan Şukru Seymen, Taner Berberê ku hat tesbîtkirin serokê tîma MAKê bûye, Zekeriya Kuzuyê ku wek "melayê baregehê" yê Fermandariya Baregeha Jetan a 2yan ya Çixliyê tê zanîn, Serkan Elçiyê binefserê berê, Ozay Codelê yuzbaşiyê berê, Haldun Gulmezê yuzbaşiyê berê û Alî Saribeyê efserê berê îfade dabûn mihkemeyê.