Elif Orhan
30 Tebax 2016•Rojanekirin: 31 Tebax 2016
ANKARA
Ji Wezareta Karên Derve daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku "Em li bendê ne ku teahûda DYAyê ya wekî piştî operasyona Menbiçê dê tu hêmanên PYD/YPGyê li rojavayê Robarê Firatê nemînin ya ku ragihandibû me, demildest bi cî bê."
Berdevkê Wezareta Karên Derve Tanju Bîlgîç bersiva pirsa der heqê daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya DYAyê, Berdevkê Wezareta Parastinê, Berdevkê Qesra Spî û Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî Terorê yên der heqê Mertala Firatê yên ku li raya giştî rû dan, da.
Bîlgîç destnîşan kir ku armanca herekata Mertala Firatê diyar e û got ku "Herekat mafê me yê meşrû ye ku ji hiqûqa navneteweyî derketiye holê û di çarçoveya prensîba rêzgirtina yekîtiya axa Sûriyeyê de, heta ku bînin asteke wisa ku belaya terorê welatiyên Komara Tirkiyeyê aciz neke dê berdewam bike."
Bîlgîç got ku "Mitefîkê me DYAyê beriya operasyona ku di meha hezîranê de li ser navenda bajarê Menbiçê dest pê kir û bi ji bajêr paqijkirina DAEŞê hat temamkirin ragihand aliyê me ku piştî operasyonê dê tu hêmanên PYD/YPGyê li Rojhilatê Robarê Firatê nemînin, em li bendê ne ku demildest ev teahûda wan bi cî bê."
- "Li nik Balyozê Enqereyê yê DYAyê teşebûs hat kirin"
Bîlgîç da zanîn ku li ser daxuyaniyên rayedarên DYAyî yên di mijara çarçove û armanca herekata Mertala Firatê de li nik Balyozê Enqereyê yê DYAyê teşebûsa payebilind a hewcedar hat kirin û da zanîn hat destnîşankirin ku daxuyaniyên bi vî awayî tu carî nayên qebûlkirin û ne li gor hiqûqa mitefîkiyê ye.