30 Tebax 2016•Rojanekirin: 01 Îlon 2016
HEWLÊR
Mehma Xelîlê Qaymeqamê Şingala girêdayî Mûsilê diyar kir ku hebûna PKKya rêxistina terorê ya li bajêr ji bo wan pirsgirêkeke cidî derdixîne holê û gelê êzîdî jî ji vê yekê aciz e.
Xelîl di daxuyaniya xwe ya ku di malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de cî digire de da zanîn ku bûyerên xapandin û revandinê ya PKKyê ya ser zarokê êzîdî berdewam dikin.
Xelîl destnîşan kir ku divê PKK dawî dagiriya li Şingalê bîne û got ku "PKK li Şingalê hê jî keç û kurên êzîdî dixapîne. Digel hemû hişyariyên me siyaseta xwe ya qirêj berdewam dike."
- "PKK ya xwe dike"
Xelîl diyar kir ku gel ji çalakiyên PKKyê aciz e û bi tu awayî tiştên ku tên kirin qebûl nake û wiha axivî: "Gelê êzîdî dixwaze ku zarokan wan demildest paş ve bên şandin. Lê belê PKK ya xwe dike û ciwanên ku revandiye ji bi armancên xwe yên rêxistinî bi kar tîne."
DAEŞa rêxistina terorê li Şingal û dora wê di tebaxa 2014an de bi dest xistibû û gelek êzîdî ragirtibûn. Hatibû îdiakirin ku rêxistin jinên êzîdî yên ku revandibûn ji bo milîtanên xwe dike "cariye" û hin ji wan jî di bazaran de "firotiye". Drama jinên êzîdî demek dirêj di rojeva dinyayê de cî girtibû.
Hêzên pêşmergeyan ên girêdayî Herêma Kurdistana Iraqê di sermaweza 2015an de Şingal rizgar kiribûn û tê zanîn ku li herêmê PKKya rêxistina terorê jî heye.
Weyîs Nafiyê Serokê Meclisa Navçeya Şingalê duh di daxuyaniya xwe de dabû zanîn zilma ku berê DAEŞê li navçeyê dikir îro bi destê PKKyê tê kirin û ji bo ku li ser gelê êzîdî tehdeyê bikin gelekî ciwan revandine.