Abdullah Tel
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
ANKARA
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) Sadî Guven got: "Îro heya ji destê me tê em ê bernameya hilbijartinê zû biweşînin. Em ê weşandina wan giştînameyên ku amade dikin jî bidomînin."
Guven beriya bikeve avahiya LHByê der barê hilbijarina giştî ya parlementeriyê û ya serokomariyê da tê plankirina ku di 24ê hezîranê da biçe serî, daxuyanî da rojnamegeran.
Serokê LHByê Guven diyar kir ku îro heya ji destê wan bê bi awayek lez û bez wê bernameya hilbijartinê biweşînin û wiha dewam kir: "Em ê weşandina wan giştînameyên ku amade dikin jî bidomînin."