Türkan Tosun
16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 17 Mijdar 2016
HEWLÊR
General Sîme Boselî yê ku ji yek fermandarê pêşmergeyan ê eniya Şengalê ye got ku PKK dixwaze Şengalê bike Qendîla duyem, lê ew ê destûrê nedin vê û wiha axivî: "Em hêvî dikin ku PKK bê şer Şengalê terk bike. PKK bêyî ku xwîn birije divê derhal terka herêmê bike."
General Boselî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku rêxistina terorê li Şengalê zarokan direvîne, avahiyan xirab dike, mirovan dikuje û ji ber van tevgerên wan êdî hatiye qirikê.
Boselî got ku ew dixwazin PKK ji herêmê derkeve û wiha axivî: "PKK bêyî ku xwîn birije divê derhal terka herêmê bike. PKK li Şengalê zarokan direvîne, avahiyan xirab dike, mirovan dikuje û gel ji ber van aciz e. PKK ji bo ku Şengalê bike Qendîla duyem hemû wehşetê dike. Lê em ê destûrê nedin ku ev xiyala PKKê li Şingalê û der û dora wê pêk bê. Ji bo dûhatûyê gelê Şingalê bi xwe wê biryara dûhatûyê bide. Em ê tu carê destûrê nedin ku PKK li vî bajarî bimîne."
Boselî anî ziman ku PKK û hêzên Haşdî Şabî bi hev re tevdigerin ku pergala li Şingalê xirab bikin, ji bo şervaniyê bi wan bidin kirin jin û zarokan direvînin.
Fermandarê pêşmergeyan Boselî got ku kontrola Şengalê di destê pêşmergeyan de ye, lê 13 gund hê ji destê DEAŞê nehatine xilaskirin û bi piştgiriya hêzên koalîsyonê wê bê xilaskirin.