03 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
SEUL
Wezîrê Parastinê yê Emrîkayê Jim Mattis, ragihand ku eger Koreya Bakur li dijî Emrîkayê yan jî muttefiqên wê çeka nukleerî bikar bîne dê cewaba xwe bistîne.
Mattis ji bo tifaqa li dijî Koreya Bakur bihêz bike seredana xwe ya resmî ya yekem bo paytextê Koreya Başûr Seulê kir û bi hemtayê xwe Han Min Koo re civiya.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de Mattis ragihand ku: "Eger Koreya Bakur li dijî Emrîkayê yan jî muttefiqên wê çeka nukleerî bikar bîne dê cewaba herî bitesîr bistîne."
Mattis destnîşan kir ku Koreya Bakur bernameya xwe ya çeka nukleerî û gotinên tehdîdkariyê didomîne: "Em li cem Komara Koreyê ne. Lewra ew li nîvgiravê ji bo îstiqrarê polîtîkayeke aştiyane dimeşîne."
Hemtayê wî Han jî diyar kir ku ew bi Mattis re hemfikr e û Koreya Bakur civaka navneteweyî "Bêperwa tehdîd dike" û li nîvgirava Koreyê pirsgirêkeke mezin a ewlehiyê çêdike.