03 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
KABUL
Li Nangarhara li rojhilatê Efxanistanê di operasyonên esmanî da 20 endamên DEAŞa rêxistina terorê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastina Efxanistanê li Açîn û Deh Balaya navçeyên Nangarharê kozikên DEAŞê hatin bombekirin.
Hat destnîşankirin di operasyonan da 20 endamên DEAŞê hatin kuştin û di nav wan da 2 pêşengên rêxistinê jî hene.
Wek mayîn hat diyarkirin 6 endamên DEAŞê birîndar hatin qefaltin.