Muhammet Kurşun
19 Gulan 2017•Rojanekirin: 20 Gulan 2017
WASHINGTON
Wezareta Berevaniyê ya Emrîkayê (Pentagon) ragihand ku li nêzîkî El Tenfê bi êrişeke esmanî li konvoya rejima Sûriyê xistine.
Di daxuyaniya koalisyona li dijî DEAŞê de hat diyarkirin ku firokeyên Emrîkayê li başûrê Sûriyê li nêzîkî navçeya El Tanfê li konvoyeke ku aîdî rejima Esed e xistine.
Di daxuyaniyê de wiha hat îfadekirin:
"Koalisyonê 18ê Gulanê li rojhilatê bakurê herêma El Tanfê li qada jihevcudabûnê li hêzên bi piştgiriya rejima Sûriyê xist. Ev pêşdeçûn ji bo hêzên Emrîkayê û hêzên muttefiq ku li El Tanfê ne tehdîd durist dikir. Ev gav piştî ku hewldana Rûsyayê di sekinandina hêzên bi piştgiriya rejima Sûriyê de bêencam ma û teqîna hişyariyê hat avêtin."
Berpirsekî payebilind ê Pentagotê ji bo peyamnêrê AAyê ragihand ku nirxandina encamê êrişê didome û li herêmê nêzîkî 100 eskerên Emrîkayê hene. Lewra Emrîka li wê herêmê yekîneyên milîs ên li dijî DEAŞê perwerde dike."
Berpirsê Pentagonê herwiha got di konvoyê de malzemeyên ji bo înşakirina sengeran û makînekeyên kar ên ji bo çeperan hebûn.
Li gor xeberên medyaya Emrîkayê hêzên bi piştgiriya rejima Esed bi 27 wesayitan 25 kîlometre ketine herêma El Tanfê.
Herwiha hat gotin firokeyên rejima Esed jî li herêmê xuya kirine.