DIHOK
Heyet ji bo ku ji iraqê derbasî Sûriyê bibe di 3yê çiriya pêşîn de bi rêya bejayî hate Hewlêrê û ji bo destûrê bi rayedarên Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) re hevdîtin kir. Lê belê birêvebiriya HKIFê destûr neda heyeta BDPê ku derbasî Sûriyeyê bibe.
Heyet li ser vê yekê îro çû deriyê sînor yê Pêşxabûrê û xwest ku rayederên derî qanî bike û derbasî Sûriyeyê bibe. Lê rayedaran bi hinceta ku destûr negirtin da zanîn ku nikarin bihêlin ku heyet derbasî aliyê Sûriyeyê bibe. Hevdîtinên di navbera pêşmerge û heyetê de encam neda, li ser vê yekê Tugluk û yên bi wê re bi qasî saetekê bûyerê protesto kirin.
Aysel Tugluk car carîna bi rayedarên derî re ket nav nîqaşan û di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de got ku bi meqsedekî însanî dixwazin ku derbasî aliyê din ê sînor bibin û got ku ev astengên ku derdixînin hiqûqî nînin. Tugluk got ku "me dikaribû ku em ji ser Tirkiyeyê re jî derbasî Sûriyê bibûna lê me xwest em nîşan bidin ku divê di navbera kurdan de deriyên sînoran tunebin, ji ber vê yekê jî me xwest ku em li ser Herêma Kurdistanê re derbasî Sûriyê bibin. Pêşmergeyan destûr nedan ku em derbas bibin û vê yekê jî em xemgîn kir."
Aysel Tugluk da zanîn dixwastin ji bo ku bi hevserokên PYDê, rêxistinên civaka sivîl û saziyên jinan ziyaret bikin, derbasî Sûriyê bibin.
Di vê navberê de Berpirsyarê Deriyê Sêmalka ya li aliyê Sûriyeyê Siyament Osman jî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li benda heyetê ne. Osman got ji ber destûr nedan ku heyet derbasî Sûriyê bibe matmayî mam. Berê ji Pêşxabûrê gelek siyasetmedar û aktivîst derbas bûn. Çima destûr nedan vê heyta ku ji jinan pêk tê, me fêm nekiriye.