PEKÎN
Hat ragihandin ku di erdheja bi lerza 6,5an a ku li Caortonga bajarê girêdayî eyaleta Yunnanê ya li rojavayê başûrê Çînê qewimî de hejmara miriyan gihişte 381an.
Hat daxuyandin ku di erhejê de 12 hezar xanî hilweşiyan û 30 hezarî jî zirar dît.
Navenda Tora Erdhejê ya Çînê daxuyandibû ku erdhej duhê piştî nîvro di seet 16.30yan de û 12 kîlomêtro di bin erdê qewimî.
Li bajerê Caotongê di sala 2012an de jî bi lerza 5,7an erdhejek qewimîbû û di encamê de 80 kes miribûn û ji zêdetirî 800 kes jî birîndar bibûn.