KERKÛK
Hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo her malbateke welatiyên Iraqê yên ku ji ber pevçûnan bûn penaber, bîryara milyonek dînar (900 dolar) alîkariya neqdî da.
Li Kerkûkê malbatên ku xwestin alîkariyê bistînin, berê xwe dan Midûriyeta Penaberan a Kerkûkê. 7 hezar malbatên ku li pêşiya Midûriyeta Penaberan li hev civiyan, bûn sedema gengeşiyê. Di rêza dirêj a dorê de car caran tansiyon jî rabû. Lê belê ji ber kêmasiya karmendan gelek malbat destevala vegeriyan. Di roja ewil de tenê hezar û 500 malbat karibûn alîkariyê werbigrin.
Berpirsê Midûriyeta Penaberan a Kerkûkê Amar Sabah di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku ew tenê bi 15 karmendan ve hewl didin ku bersivê bidin daxwaza 30 hezar penaberî.
Sabah destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê tenê ji bo 4 hezar malbatî pere transfer kir û a niha jî wan alîkariya milyonek dînarî da 3 hezar û 500 malbatî.
Sabah bal kişand ku li gorî qeydên fermî li Kerkûkê hejmara malbatên ku li benda alîkariyê ne, 30 hezar e û wiha domand: "Ew mirovana di rewşeke gelekî xerab de nin. Ji gelekî wî pereyê wan tune ku ji xwe re nan û avê bikirin. Rojane 7 hezar malbat serî li me dide. Em seetên mesayiya xwe zêde dikin da ku em bikaribin daxwazên wan bînin cih."
Li Iraqa ku ev demek e lê pevçûn diqewimin û li hin herêman jî desthelat têk çûye, komên çekdar ên di serkêşiya DÎŞIyê de kontrola bajarên mîna Mûsil û Tîkrîtê kirine destê xwe û ji ber şer jî bi qasî milyonek xelkê sivîl neçar ma ku ji herêma xwe koç bikin.