Muhammet Kurşun
22 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
ANKARA
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan digel Şahê Siûdiyê Selman û Şehzadeyê Welîehd ê Siûdiyê Mûhemmed bin Selman re êvarî bi bi telefonê axivî.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serkomariyê hatin wergirtin, Serkomar Erdogan daxwaz kir ku guherîna wezîfeya di şehzadeyiya welîehdiyê de li ser xêrê be û pîrozbahî li rêveberên Siûdiyê kir.
Di axaftinên telefonî de Erdogan, Şah Selman û Bin Selman bal kişandin ser wê yekê ku têkiliyên Tirkiye û Siûdiyê di pêvajoyên pêş de werin bihêzkirin.
Di axaftinan de herwiha herdu alî mutabiq man ku ji bo çareserkirina krîza Qeterê divê hewldan zêdetir bibin.
Serkomar Erdogan ji bo Mûhemmed bin Selman di wezîfeya şehzadeyiya welîehdiyê ya nû de hêviya serkeftiyê kir.
Ji aliyekî din biryar hat dayîn ku bi munasebeta beşdariya Zîrweya G20 ya li bajarê Hamburga Almanyayê Serkomar Erdogan û Şahê Siûdiyê Selman hevdîtineke rûbirûyî bikin.