BERLÎN
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Berlînê ber otêla ku dê lê bimîne ji aliyê komekê ve bi diruşmeyên "Bejna xwe netewîne, ev gel bi te re ye", "Tirkiye bi te serbilind e" hat pêşwazîkirin.
Serokwezîr Erdogan bi jina wî Emîne Erdogan, keça wî Sumeyye Erdogan, Alîkarê Serokwezîr Emrûllah Îşler, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu, Wezîrê Yekîtiya Ewropa û Sermuzakereyî Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Spor û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç, Parlementerê AK Partiyê yê Stenbolê Egemen Bagiş ve ji Balafirgeha Tegelê hat Otêla Rîtz Carltonê. Erdogan û heyeta wî li vir, ji aliyê koma ku ji gelek welatên Ewropayê hatine ve hat pêşwazîkirin.