Li Moskovayê xwendekarekî pola 9emîn, bi çekan ve êrîşî dibistanekî kir. Di êrîşê de polêsek û mamosteyek mirin.
Li gor daxuyaniya berpirsyarên Rûs, îro piştî nîvro xwendekarê dibistana ku hejmara wê 263 ye, bi du çekên bavê xwe yê bi ruhsat ve çû dibistana xwe.
Xebatkarê ewlehiyê dema dît ku ew bi çeke, pêl bişkoka acîlê kir û ji polêsan alîkarî xwest.
Di vê navberê de xwendekarê bi çek, xebatkarê ewlehiyê rehîn hilda, derxist qata jor û li wir mamosteyê xwe yê erdnigariyê kuşt.