Ahmet Aydın
26 Tebax 2016•Rojanekirin: 27 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, digel Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn peywendiyeke telefonê encam da.
Li gorî çavkaniyên Serokomariyê, di telefonê da li tenişta têkiliyên dualî mijarên weke bûyerên Sûriyeyê û têkoşîna dijî terorê hatin axaftin.
Herdu serokan di peywendiyê da piştrast kirin ku di normalîzekirina têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê da bi biryar in û li ser lezandina gihandina alîkariya mirovî ji bo Helebê li hev hatin.
Hat zanîn ku Serokomar Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Pûtîn, der barê operasyona Mertala Feratê jî axivîne.
Herwiha hat piştrastkirin ku têkoşîna dijî rêxistinên terorê di serî da DAÎŞê xwedî giringeyeke mezin e.
Erdogan û Pûtîn li hev hatin ku di dema lutkeya G-20ê ya li Çînê hevdîtineke dualî li dar bixin.