27 Tebax 2016•Rojanekirin: 28 Tebax 2016
CERABLUS
Di harekata "Mertalê Feratê" ya ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) Hêza Wezîfeya Taybet a Muşterek û Hêzên Esmanî yên Koalîsyonê li herêma Cerablûsa Sûriyê a li ser sînorê Tirkiyê li dijî gefên terorê dikin da endamên PYDya şaxa Sûriyê ya PKKya rêxistina terorê rokêt avêtin du tankên TSKê. Di êrîşê da leşkerek şehît bû, sê leşker birîndar bûn. Piştî vê êrîşê hedefên rêxistina terorê bi obus û topan va hatin gulebarankirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmê hat hildan, di çarçoveya harekata Mertalê Feratê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirk Hêza Wezîfeya Taybet a Muşterek û Hêzên Esmanî yên Koalîsyonê dan destpêkirin da pêşketina Artêşa Sûriyê ya Azad a li Cerablûsê didome.
Di harekatê da li 6-7 kîlomêtre başûrê Cerablûsê PYDya şaxa Sûriyê ya PKKya rêxistina terorê rokêt avêtin du tankên TSKê. Piştî êrîşê tankek zêde tiştek pê nehat û leşkerekî tê da piçekî birîndar bû. Di tanka din da jî xesar çêbû û leşkerek tê da şehît bû, du leşker birîndar bûn.
Piştî êrîşê hedefên rêxistina terorê bi obus û topan va hatin gulebarankirin.