ŞANLIURFA
Li herêma Resuleyna Hesekeya Sûriyeyê piştî bombebarana hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê de gelek welatiyên Sûriyeyê revîn ber sînorê Tirkiyeyê.
Sûriyeyiyên ku hatin ber sînor, bi şev li ber sînor man.
Balafirên hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê de li herêmê dertên keşfê û hêzên ewlehiyê jî li ser sînor tevdîrên ewlehiyê hildan.
Ji ber pevçûnan di du hefteyên dawîn de nêzî 15 hezar welatiyên Sûriyeyê xwe sipartin Tirkiyeyê.