Irmak Akcan
21 Hezîran 2024•Rojanekirin: 22 Hezîran 2024
Ermenistanê ragihand ku bi fermî dewleta Filistînê nas kiriye.
Armenpressa ajansa nûçeyan ya fermî ya Ermenistanê gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derva destnîşan kir ku Ermenistanê bi fermî dewleta Filistînê nas kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Ermenistan baweriya xwe ya bi hiqûqa navneteweyî, biratiya gelan, serxwebûn û rêgezên aştiyeke hevpar dîsa dubare dike û dewleta Filistînê nas dike."
Hat diyarkirin Ermenistan beşdarî biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dibe ku ji bo Xezeyê demildest agirbest tê xwestin û çareseriyeke dudewletî diparêze.