Ahmet Aydın
16 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
ANKARA
Wezareta Karên Derva êrîşên Rûsyayê yên li Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û teqezkir ku ev êrîş di warê huqûqa navneteweyî da bi şiklekî eşkere sûcê şer e.
Wezaretê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da bi bîr anî ku Koma Piştevaniya Sûriyeyê ya Navneteweyî di civîna xwe ya 11 sibatê ya li Munîxê, biryara rewastandina pevçûnên Sûriyeyê daye.
Di daxuyaniyê da hat gotin, “Rûsyayê piştî vê biryarê ji dêvla ku êrîşên xwe yê esmanî bisekinîne, zêdetir kir û sivîl, nexweşxane, dibistan dike hedef. Di nava 24 seatan da li Azezê 2 dibistan û nexweşxaneyek, li Idlîb/Maaratê nexweşxaneya Rêxistina Bijîşkên Bêsînor bû hedefa êrîşên balafir û fuzeyên Rûsan û di encam da pirên wan jin û zarok zêdeyî 30 kesê bêguneh hatin kuştin û zêdeyî 100 kesî jî birîndar bûn.”
- “Di warê huqûqa navneteweyî da bi eşkere sûcê cengê ye”
Di daxuyaniyê da êrîş bi tundî hatin şermezarkirin û wiha domiya:
"Ev êrîşên ku em bi tundî şermezar dikin, bi tu hawî ne li gorî însaniyet û mirovîhiyê ne û di warê huqûqa navneteweyî da bi şiklekî eşkere sûcê cengê ye. Federasyona Rûsyayê bi kirina van sûcan dibe sedem ku şerê navxweyî yê sûriyeyê girantir bibe û di herêmê da bibe talûkeyek. Federasyona Rûsyayê, heger demildest dev ji van êrîşên xwe yê ku Sûriyeyê ji aşitî û îstîqrarê dûr dixe bernede, wê rûbirûyê encamên mezintir û ciddîtir were.”