Li gor daxuyaniyê Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) hêzên artêşa Esed li dijî muxalifan hem ji rêhewayê hem jî ji bejayê operasyon pêk anîn. Di encamê êrîşan de li Helebê 36, li banliyoyên paytexta Şamê 27, li Îdlibê 10, li Xumusê 8, li Dera 7, li Deyru'z Zor û Lazkiyeyê her yekê du kes, li Hemayê kesek û bi tevahî 93 kes mirin.
Di daxuyaniya Komiteya Kordinasyona Herêmî ya Sûriyeyê (KKH) de hat aşkerekirin ku bi bombeyên warîlê êrîş li herêmên di destê muxalifan de Mesekîn Hananu, Fîrdews, Muwasalat û Dahîr Ewdayê kirin û di gelek avahî û xaniyên li herêmê de xesar pêk hat.