30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
NEW YORK
Nûnera daîmî ya NYê ya DYAyê Nikki Haley ragihand ku Beşar Esed û Îran di çareseriya qeyrana Sûriyeyê de astengeke mezin in.
Haley li Konseya Karên Derve yê Lijneya Fikrên Navendî ya New Yorkê, avixî. Haley li vira got ku îstixbarata rêjima Sûriyeyê ji bo muxalifa bibîne û dengê wan daxe, li ser zarokan jî "îşkenceya qesdî û sîstematîk" dike.
Haleyê ragihand ku hêzên rejimê weke sîstematîk nexweşxane û binesaziyan hedef digre û wiha dewam kir: "Rejima Esed bi Rûsya û Îranê hemû nexweşxaneyên li rojavayê Helebê xirab kirin, 250 hezar însan birçî man."
Her wiha Haleyê got ku îxlalên mafên mirovî yên li Sûriyeyê ji 2yemîn Şerê Cîhanê vir ve bû sedema qeyrana multeciyan ya herî mezin.
Haleyê got: "Ez dîsa nakevim nav wê meseleya Esed bila here an na, lê Beşar Esed û Îran der barê çareseriya qeyrana Sûriyeyê de astengeke mezin in. Ez meraq dikim bi kesê ku li dijî welatiyên xwe gaza kîmyewî bi kar tîne, mirov çawa bixebite."
Her wiha Haleyê got ku qeyrana Sûriyeyê qeyraneke kurewî ye û divê teqez bê çareserkirin.