30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
AMMAN
Serokomarê Yêmenê Ebdirabbu Mensûr Hadî diyar kir ku dewleta Îranê li herêmê arîkariyê dide El Qaîde, Hizbullah û Husiyan û bi vê jî 'piştvaniya terorê ya fermî' dike.
Hadî got ku Îran dixwaze nasnameya Yêmenê şibiya Îranê biguhere lê gelê Yêmenê vê qebûl nake. Hadî got ku ewlehiya Yêmenê ewlehiya heremê ye û wiha axivî:
"Ez ji vê derê bangî Husiyan jî dikim. Çekên xwe daynin. Ji bajarên dest we de ne derkevin û ji xwe re partiyeke siyasî ava bikin û werin siyasetê bikin. Niha ji axa Yêmenê sedî 80î di bin kontrola me de ye û di demeke kin de ev şer wê biqede û emê qezenc bikin."