02 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
AZEZ
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmê hat wergirtin, li gundê Yenî Kabana li ser Azeza navçeya Helebê di navbera yekîneyên muxalifên ji Sûriyê û rêxistina terorê DAEŞê da pevçûnên tund qewimîn. Muxalifan 16 mensûbên DAEŞê yên ku teletel diketin gundê navborî, kuştin.
Muxalifan dîsa kontrola gundê Sandra û Şabaniye yên di destê DAEŞê da wergirtin. Hat ragihandin ku gundê Dudyanê ji destê muxalifan derket û firokeyên şer ên hevpeymana navneteweyî ya di serkêşiya DYAyê da jî li herêmê li Kafr Kanê navendên DAEŞê da ber bombeyan.
Rêxistina terorê DAEŞê meha borî êrîşî gelek gundên li rojhilatê Azezê û kampa penaberan a Îgde û Harameynê kiribû. Di bûyerê da jinek û gelek zarok miribûn. DAEŞê li kampa Îgdeyê agir berdabû nêzîkî 25 konî. Ji ber êrîşên DAEŞê yên li deverên navborî 30 hezar kes ji cih û warên xwe bibûn.