Fatih Gazioğlu
04 Îlon 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
QUDIS
Li Şerîeya Rojava eskerên Îsraîlê 27 Filistînî binçav kirin.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got li herêmên cuda ên Şerîeya Rojava 27 Filistînî ji ber îdiaya "beşdarî çalakiyên terorê" bûne, hatine binçavkirin.
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên ku hatine dagirkirin ji ber îdiayên cuda gelek caran diavêjin ser malan û Filistîniyan binçav dikin.
Li gor daneyên Komeleya Dîlên Filistînî di girtîgehên Îsraîlê de gelek jin û zarok jî di nav de bi tevahî 6 hezar Filistînî girtî ne.
Îsraîl bi qanûna "girtina îdarî" dikare kesekî Filistînî ji mehekê heta 6 mehan binçav bike. Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.