Türkan Tosun
01 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Fenerbahçe û Kayserîspor di dîroka lîgê de wê sibê cara 44an bên pêşberî hev.
Di 43 pêşbirkên berê de Fenerbahçe 27 caran, Kayserîspor jî 6 caran bi ser ket. Di 10 pêşbirkan de ew li beranberî hevdu man.
Tîma Fenerbahçeyê 96 gol ya Kayserîsporê jî 44 gol avêt.
Di pêşbirka nîva ewil a sezonê ya ku li Stenbolê hat kirin de herdu tîm 3-3 beranberî hevdu man.
- Fenerbahçe ev 3 pêşbirk in bi ser nakeve
Di Lîga Superê de Fenerbahçe û Kayserîspor 3 caran derketin pêşberî hev, lê Fenerbahçe 3 pêşbirk in bi ser nakeve.
- Pêşbirkên li Kayseriyê
Fenerbahçe û Kayserîspor wê sibê li Qeyseriyê cara 22an bên pêşberî hev.
Di 21 pêşbirkên ku li Kayseriyê hatin kirin de Fenerbahçe 10 caran bi ser ket, di 7 pêşbirkan de jî beranberî ma.