Önder Beyter
01 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
ÎDLIB
Li Sûriyeyê konvoya 12emîn ku ji 73 otobusan pêk tê û kesên ku ji neçariyê ji Xûtaya Rojhilat a ji aliyê rejima Beşar Esed û aligirên wê va dagirkirî derdikevin dibe, gihîşt Îdlib û çoltera rojavayê Helebê.
Li gorî agahiya ku peyamnêrên AAyê yên li Xûtaya Rojhilat dan, li gorî peymana ku Rûsya garantorê wê ye, tehliyeyên ku Arbîn, Zemelka û Eyn Terma yên Xûtaya Rojhilat di xwe da dihewînin, dewam dike.
Konvoya 12emîn a tehliyeyê ku tê da hezar û 72 jê zarok, 644 jê jin bi tevahî 2 hezar û 875 kes hene, ji herêmê derket. Sivîlên di konvoyê da piştî ku gihîştin Hemayê, dû ra derbas bûn, çûn û îro ber destê sibhê jî gihîştin Îdlib û çoltera rojavayê Helebê ku di bin kontrola komên çekdar ên mixalif û dijî rejimê.
Hat ragihandin, ji ber ku li navendên stara berwext kontejan tijî bûne, sivîlên hatin li mizgeft û dibistnan jî hatin bicihkirin.
Herwiha hat diyarkirin ku di konvoya ku duh ji Xûtaya Rojhilat bi rê ket da nexweşên ku beriya niha birîndar bûne û xetere li ser jiyana wan heye jî hene.
Li aliyekî tehliye dewam dikin û li aliyekî din jî Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilat hê jî di bin dorpêçê da ye.
- Pêvajoya texliyeyê
Esed û alîgirên wê bi alîkariya asîmanî ya Rûsyayê va ji bo wergirtina Xûtaya Rojhilat di 19ê sibatê da ketibûn tevgerê.
Ji vê dîrokê şûnda rejim û firokeyên şer ên Rûsyayê êrîşên ji beja û hewa yên dijî herêma ku 400 sivîl lê dijîn, zêde kiribûn.
Di encama êrîşan da gelek sivîlî canê xwe ji dest dabû, bi hezaran sivîlên ku xaniyên wan havil bûn, xwe di zemînên bînayan û stargehan da veşartibûn.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di 24ê sibatê da Xûtaya Rojhilat di serî da xwestibû ku li tevahiya Sûriyeyê ji bo sivîlan agirbesta mirovî were ragihandin. Lêbelê agirbesta ku diviyabû "desmildest" bê bicihkirin, nehatibû pêkanîn û li Xûtaya Rojhilat kuştina sivîlan dewam kiribû.
Lêbelê hêzên rejimê ligel biryarên agirbestê yên KENY û Rûsyayê êrîşên xwe ranewestandibûn, ji 3yê adarê pê va dest bi operasyona bejayê kiribûn û bombebarana xwe ya dijî warên sivîl dewam kiribûn.
Rejim û alîgirên wê di 11-12ê adarê da ji rojhilatê Xûtaya Rojhilat ber bi rojavayê wê bi pêş da çûbûn, navçeya Haresta dorpêç kiribûn û herêma Xûtaya Rojhilat kiribûn 3 perçeyan.
Li Xûtaya Rojhilat ku di bin kontrola muxalifan da bû, nîvî jê zarok qedera 400 hezarî sivîl ev 5 sal bûn di bin dorpêçê da dijiyan. Rejima Esed bi alîkariya Rûsyayê va vê axiriyê êrîşên xwe zêde kirin û nîvê zehfê herêmê bi dest xist ku di encamê da bi deh hezaran sivîlên li van deran berê xwe dan deverên di bin kontrola rejimê da.