ANKARA
Di hefteya 11emîn ya Lîga Super a Spor Totoyê de li Qada Şukru Saraçogluyê Fenerbahçe û Galatasaray hatin hemberî hev û Fenerbahçeyê Galatasaray 2-0 têk bir.
Di deqîqeya 23emîn a nîva yekem de, Emre Belozoglu gola ewil ya Fenerbahçeyê avêt û Fenerbahçe 1-0 bi pêş ket. Di nîva duyem de jî Fenerbahçeyê baş leyîst û di deqîqeya 68emîn de Crîstian gola duyem ya tîma xwe avêt.
Lîstikvanê Galatasarayê Melo di deqîqeya 90 zêde 2ê de ji penaltiyê sud wernegirt û pêşbirk 2-0 bi serkeftiya Fenerbahçeyê qediya.