06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
PARÎS
Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Marc Ayrault der barê Sûriyeyê da got ku ew li hêviyê ne ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) biryarekê bide.
Ayrault li kanala CNEWSê axivî û got ku lazim e Neteweyiyên Yekbûyî (NY) der barê êrîşa Îdlibê ya ku 100 kes miribûn biyareke şermezarkirinê bide. Ayrault wiha axivî:
"Fransa bi taybet ewil bi hevalên xwe yên endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Rûsyayê dixwazê vê meseleyê biaxive. Lazim e cezayê sûcên Esed bê dayîn. Rojek wê bê, mehkemeyên navneteweyî wê der barê Esed de biaxivin."
Fransa dixwaze Esed dev ji wezîfeyê berde û ji maseya hevdîtinên aştiyê ku dewam dikin, rabe.
Rejimê berî çend rojan bi çekên kîmyewî va êrîşî Xan Şêxûna bajaroka Îdlibê kiribû, di êrîşê da gelek zarok û jin jî tev 100 sivîl miribûn, ji 500î zêdetir kes jî di tesîra xaza kîmyewî da mabûn.