Davit Kachkachishvili
29 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2022
Şaredarê Kîeva paytextê Ukraynayê Vitaliy Klîçko ragihand ku li bajêr teqîn çêbûn.
Klîçko li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyanî da û wiha got, "Li paytextê çend teqîn çêbûn."
Klîçko wiha dewam kir, "Dibe ku li Kîevê ceyran here. Têlefon û cîhazên xwe yên din şarj bikin. Avê hildin."
Hat dîtin ku li qada esmanî ya Kîevê pergalên parastina esmanî yên Ukraynayê ketin dewrê.
Ji aliyê din va Fermandariya Hêzên Esmanî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê daxuyanî da û diyar kir, hêzên Ûris bi wesayîtên esmanî yên bêfirokevan (ÎHA) û moşekan êrîşî welêt kir.