06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
SAO PAULO
Li Brezilyayê Dadgeha Bilind ji bo polêsan hukmê tunebûna mafê grevê da.
Dadgeha Bilind eşkere kir polêsên leşkerî yê ku li bajaran derdikevin dewriyeyê, polêsên federal, polêsên sivîl ên ku li lêpirsînan mêze dikin, nikarin grevê bikin û ev yek dijî destûrê ye.
Dîsa hat destnîşankirin ku mîna agirkujan, di qanûnan da mafê peywirdarên ku ji ewlekariya qamûyê berpirsiyar in tuneye ku grevê bikin.
Li eyaleta Espirito Santos a Brezîlyayê malbatên polêsên leşkerî di 4ê sibatê da bi daxwaza zêdekirina meaşan va çalakî kiribûn. Ji roja destpêka grevê heya 11ê sibatê li eyaletê 137 kes hatin kuştin. Ji ber hindê li eyaletê rêveberiyê jî bi hin komeleyên polêsan ra rêkeftina bidawîkirina grevê kiribû. Ji aliyekî din va jî der heqê 703 polêsên leşkerî da ji ber sedema ku di bûyerên şidetê yên berî û piştî grevê da rola wan heye, lêpirsîn hatibû destpêkirin, ji bo betalkirina peywira 161 polêsên leşkerî, pêvajoya dozê dest pê kiribû. Protesto paşê pekiyabûn Rio de Janeiroyê. Serokê Dewleta Brezîlyayê Michel Temer jî li eyaleta Rio de Janeiroyê şûna polêsan 9 hezar mensûbên hêzên çekdar peywirdar kiribûn.
Li gorî yasayên welat, mafê polêsên leşkerî tuneye ku grevê bikin û karê xwe rawestînin. Polêsên ku tevî çalakiyên bi vî cureyî dibin, cezayê hebsê dixwin. Polêsên leşkerî ji ber vê sedemê ji ser malbatên xwe grevê dikin. Xizmên wan jî dixwazin ku meaşên polêsan jinûva bê verastkirin, xwarin, mesaiya şevê û tazmînata rîskê jî bê dayîn.