40 keştî û ji 9 welatan 34 balafir ji bo dîtina balafirê dixebitin. Ji hêla din ji cîhaza rewşa acîl ya ku dide nîşandan balafir li ku ye hîn sinyal nehat.
Înterpolê daxuyand ku du pasaportên winda an jî hatine dizîn, ji aliyê rêwiyên di balafirê de ne tên bikaranîn. Berpirsyar ji ber vê destnîşan dikin, dibe ku bi van pasaportan ve balafir ji bo çalakiyeke terorê bê bikaranîn. FBI û rêxistinên navneteweyî ev jî nirxandin.
Di nûçeya BBCyê de hat gotin ku rêwiyên ku pasaportên îtalyayî û avusturyayî bi kar anîne di heman demê de ji xwe re bilêt kirîne ku ji Pekînê derbasî Ewropayê bibin.
Hat diyarkirin ku xwediyên pasaportan ên rastîn çend sal berê li Taylandê pasaportên xwe derxistine. Berpirsyarên ewrupayî daxuyandin ku pasaport pasaporta welatiyê Îtalyayê Luîgî Maraldî û welatiyê Avustutyayê Chrîstîan Kozel e.
Balafira Rêhewaya Malezyayê ya ku sefera MH 370 ji Kuala Lumpurê rabû ku here Pekînê. Lê dema ku balafir kete qada hewayê ya Vîetnamê agahî jê nehat hildan. Hatibû diyarkirin ku di balafirê de 227 rêwî û 12 xebatkar bi tevahî 239 kes hebûn.