26 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
CENEVRE
Nasir el-Harîriyê serokê şandeya muxalefeta ku beşdarî gotûbêjên Cenevre 4ê ya ku mijara wê Sûriye ye bû, diyar kir ku rejim dixwaze ku gotûbêj bên fetisandin, lê ewê di pêvajoya siyasî da berdewam bin heya ku bigehêjin hedefê. Harîrî destnîşan kir ku rêbaza têkoşîna dijî terorîzmê, guherîna siyasî û astengkirina hebûna Îranê ye.
Harîrî digel Fatîh Hassunê ku li ser navê muxalifên leşkerî beşdar dibe, duh êvarê li Crowne Plaza Otêlê civîna çapemeniyê li dar xist.
Harîrî diyar kir ku wan, belgeya ku Mistura pêşkêşî wan kir, erênî dît û wiha got, "Em li ser pêşniyazên belgeyê lêkolînê dikin da ku di pêvajoya siyasî da em bi awayê herî baş bimeşin."
Harîrî der heqê êrîşa dijî avahiyên îstixbaratê yên li Humsê ku nîvroyê qewimî da wiha xeberda, "Herwekî par dema gotûbêjên Cenevre 3yê dewam dikir li Şamê li herêma Seyîde Zeynebê êrîş qewimîn, îsal jî heman tişt qewimî. Armanc fetisandina pêvajoya siyasî ye."
Harîrî herwiha bal kişand ku ewê destûrê nedin bûyer bibin sedema astengbûna gotûbêjan û wiha pê da çû:
"Em terorê timî şermezar dikin. Di vê mijarê da helwesta me zelal e. Ê ku ewil bi terorê ra şer kir em in. Ne tenê bi gotinê, herwiha me bi çalakiyên xwe li dijî terorê şer kir. Ji ber hindê em ji hemû dinyayê piştevaniyeke rasteqîn dixwazin."
Harîrî li ser divêtiya çêkirina herêmên ewle sekinî û wiha axivî: "Tenê hedefeke herêmên ewle heye. Ew jî xelaskirina sivîlan e ku ji şer direvin. Ne tenê Tirkiye, welatên ereb jî piştgiriyê didin fikra herêma ewle. Vê gavê jî Amerîka piştgiriyê didê. Lê rejim ji bo ku li ser îqtidarê bimîne dixwaze sivîlan ji holê rake."
Fatîh Hassun jî li ser navê komên leşkerî axivî û li ser êrîşên li Humusê sekinî û wiha got:
"Cihê ku teqîn lê çêdibin, herêmeke pir ewledar bû. Heta kesekî rayedar alîkarî neke, kes zû bi zû nikare bikeve wir. Li vê herêmê komên leşkerî yên mixalif tunene. Herî nêzîk Waer heye. Ew jî hatiye dorpêçkirin. Eslê teqînên ku îro li Humusê dibin ew e ku rejima Esed bersûcên sûîqesta Serokwezîrê Lubnanê yê berê Harîrî ji holê rakirine. Di nav wan da generalek jî hebû. Ji ber sûcê wan, di arenaya navneteweyî da hêzên ewlehiyê li van sûbayan digeriyan, lê rejima Esed ev sûbayên payebilind (di vê êrîşê da) tesfiye kirin."
Fatîh Hassun got: "Rûsya nikare rejimê bixe bin kontrola xwe, lewra rejim di bin kontrola Îranê da ye."
Hassun destnîşan kir ku rejima Esed û DEAŞ tevkariyê dikin û wiha dewam kir: "Heta me Bab azad kir, rejima du caran Tedmûr teslîmî DEAŞê kir. Li ser tevkariya rejim û DEAŞê belge hene. Em ê van belgeya bi awayê fermî teslîmî NYê bikin."
- Li NYyê hevdîtina Mîstura û Ceferî
Beşşar Caferiyê ku serokatiya heyeta rejimê dike jî piştî ku duh bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê Mîstura re hevdîtin kir, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Caferî di civînê de got divê hevdîtinên Cenewreyê li ser têkoşîna terorê bên kirin û anî ziman ku ew û Mîstura zêdetir li ser vê mijarê axivîne.
- Hevdîtin wê dewam bikin
Hevdîtinên Cenewre 4ê di 23ê sibatê de dema ku Nûnerê Taybet ê NYyê Mîstura bi hemû aliyan re hevdîtinên cuda kiribû, dest pê kiribûn.
Bendê ne ku Mîstura sibê komên xwe wek muxalif bi nav dikin û nêzîkî rêvebiriya Qahire û Moskowayê ne re bê bal hev. Lê ofîsa NYyê ev bername hê eşkere nekir.
Nûnerê NYyê Mîstura roja duşemê jî wê bi muxalifan re hevdîtinan bike.