TUNUS
Li Tunusê piştî sûîkasta li parlementerê muxalif Muhemed el-Brahmî hat kirin, çalakvanan dijî daxwazên daxistina hikûmetê û feshkirina meclisa avaker, çalakiya 'parastina meşrûiyetê û bidestxistina yekîtiya neteweyî' li dar xist.
Çalakvanên ku li paytext Tunusê kom bûn, ber bi avayiya Wezareta Karên Hundir ve meşiyan.
Çalakvanan xwest kujerên Serokê Giştî yê Partiya Cepheya Gel ya Muxalif û endamê Meclisa Avaker Brahmî bên zeft kirin.