Hat ragihandin ku Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filîstînê (Hamas) êrîşa li ser kovara "Charlîe Hedbo" ya Parîsê hat kirin û di encamê de 12 kes mirin, şermezar kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Hamasê "Polîtîkaya Hamasê ya li hemberî êrîşên li Parîsê bi ya Yekîtiya Alimên Misilman ku daxuyandibû ew 'êrîşa ser kovara Charlîe Hedbo hat kirin şermezar dikin' re wek hev e. Lewra cudahiya fikr û ramanan nabe hinceta kuştinê. Herwiha Binyamîn Netanyahû jî hewl dide ku Hamas û bûyerên terorî yên kurewî wek têkildar nîşan bide, em vê tevgara wan jî şermezar dikin. Ev hewldanên wan vala ne û dê tu kes jî baweriya xwe bi wan neyne. Bila civaka navneteweyî li ser mijara terora Îsraîlê ya ku zarokên filîstînî kuşt raweste."
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman Prof. Dr. Muhyîddîn Alî Karadagî der barê êrîşê de gotubû ku ev êrîşeke "kirêt" e û îfade kir ku divê gelê Fransayê li hemberî bûyerên terorî yên bi vî şiklî bibe yek û desnîşan kir ku divê ev êrîşa terorî ji bo ji hev dûrxistina misilman û xayrîmisilmana nebe hincet.
Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahû jî bi Balyozê Fransayê yê Tel Avîvê Patrîck Maîsonnave re roja înê hatibû bal hev û piştî hevdîtinê daxuyanî dabû. Netenyahû wiha axivî bû: "Van terorîstan li parîsê li rojnamegeran xist, li Sûriyeyê serê wezîfedarên alîkariyê jêkir, li Nijeryayê keçikê ku diçûn dibistanê revandin, li Iraqê dêr bombekirin, li Baliyê turîst qetilkirin, li Xezeyê roket avêtin ser sivîlan, li Îranê ji bo çêkirina çekin nukleer hewl didin. Dibe ku navê wan wek DÎŞI, Boko Haram, Hamas, Eş-Şebab, El-Kaîde an jî Hîzbullah cuda cuda bin. Lê ev hemû ji aliyê heman hêza fanatîk ve tên tehrîkkirin. Armanca hemûyan yek e, dixwazin azadiya me ji destê me bistînin û me têxin bin zilma çaxa navîn. Ev berxwedana kurewî ye, şerê hemûyan e."