Li Parîsa Paytexta Fransayê ji bo meşa "yekîtî û hevgirtinê" amadehî tên kirin. Tê texmînkirin ku ji milyonekê zêdetir kes beşdarî meşê bibin. Hat ragihandin ku ji bo meşê, 2 hezar û 200 polês û hezar û 350 leşker hatin wezîfedarkirin.
Serokomarê Farnsayê Françoîs Hollande bangewazî kiribû ku hemû serokdewletên dinyayê beşdarî meşê bibin. Hat ragihandin ku dê ji nêzî 20 welatî beşdarvan bên Parîsê û beşdarî meşê bibin.
Di serî de Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron, Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî, Serokwezîrê Îspanyayê Marîano Rajoy, Serokdewletê Ukraynayê Petro Poroşenko, Serokwezîrê Hollandayê Mark Rûtte, Serokwezîrê Belçikayê Charles Mîchel, Serokê Konseya Ewropayê Donald Tûsk, Serokwezîrê Danimarkayê Helle Thornîng-Schmîdt û Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borîsov dê beşdarî meşê bibin.
Herwiha ji Afrîkayê jî dê Serokomarê Maliyê Boûbacar Keîta û Serokomarê Nîjerê Mahamadoû Issoûfoû beşdarî meşê bibin.
Partiya nîjadperest Eniya Neteweyî (FN) ya ku venexwendin meşê jî diyar kir ku dê meşeke alternatîf li dar bixin.
Serokê FNyê Marine Le Pen piştî ku partiya wan venexwendin meşa li Parîsê, bangewazî kir ku li herêmên derveyî Parîsê meşên bibîranînê li dar bixin.