Haydar Şahin
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
ANKARA
Rejima Beşar Esed diyar kir ku Îsraîlê êrîşî herêma li Hemayê ya ku tê zanîn lê baregeha tesîsa sîlahên bijehrî heye kir.
SANAya ajansa xeberan a rejimê destnîşan kir ku teyareyên şer ên Îsraîlê bi şev di saet 04.42yan da ji aliyê Libnanê ra derbasî baregeha li Masyafa herêma Hemayê bûn û êrîşî herêmê kirin.
Li gor SANAyê di êrîşê da 2 leşkerên rejimê hatin kuştin, di baregehê da xisar çêbû.
Hetanî vê gavê Îsraîlê der barê bûyerê da daxuyanî nedaye.
Masyaf wek herêma ku tesîseke sîlahên bijehrî ya rejimê lê ye tê zanîn.