Muhammet Kurşun
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
SILÊMANÎ
Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo biryarên giring der barê vebûna parlamento û referandûmê de bide civiya.
Civîna ku bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî li Mekteba Siyasî ya li Silêmaniyê dest pê kir berdewam e.
Li gor malpera resmî ya YNKê wê di civînê de li ser referandûm, hilbijartina serokatiya herêmê û ya parlamentoyê û vekirina parlamentoyê nirxandin werin kirin.
YNKê dê biryara xwe ya nihayî li ser van mijarên jorê di vê civînê de eşkere bike û ji raya giştî re ragihîne.
Tê çavnêrîkirin ku YNK biryara wê yekê bide ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê heta 15ê Îlonê were vekirin.
Encumena Serkirdayetiya YNKê ji 50 endamî pêk tê, biryar jî bi piraniya dengan tê girtin.